Bi minasebeta 42 salvegera Şoreşa Gulanê , Partiya Demokrat a Kurdisatanê (PDK) dibêje, di vê qonaxa girîng û dîrok ya niha de, pêwîst e hemû aliyên Kurdistanî bi yek deng biryareke çarenûsî li ser pêşeroja gelê Kurd bidin.Polîtburoya PDKê bi minasebeta 42yemîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de ragihand: “Şoreşa Gulanê bi rêberatiya PDK û Serok Barzanî ji bo redkirina zilm û zordariyê û ji bo berdewamiya xebata rewa ya gelê Kurd ser hilda. Ew şoreş berdewamiya şoreşa mezin a Îlonê bi rêberatiya Barzaniyê nemir bû. Ji encama wan şoreş û xebatan jî rêkeftina 11ê Adarê ya sala 1970 û raperîna 1991ê û avabûna hikûmeta Kurdistanê, pêk hat.”PDK dibêje: “Şoreşa Gulanê ji hemû aliyan ve di berjewendiya gelê Kurdistanê de bû. Niha jî û piştî derbasbûna 42 salan ji şoreşa Gulanê, piştî ku pilan li dijî hemûna Herêma Kurdistanê hebûn, bi serokatiya PDKê û bi biştgiriya gelê Kurdistanê ew pilana dijminan jinav çû. PDK hêj xebatê dike ji bo destkeftên zêdetir û bidestveanîna mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.”Polîtburoya PDKê ragihand: “Piştî wan pilanan êdî derfetek ji bo gelê Kurd hatiye ku pêwîst e em bi yekrêzî û bi yekhelwêsta neteweyî û niştimanî kar bikin. Herwiha êdî hevsengiya hêzên navçeyê û navdewletî hatiye guhertin û rastiyeke nû derketiye holê, ku erkê ser milê aliyên siyasî ye ku kar bikin bo yekrêziyê û ji bo bidestanîna destkeftên zêdetir bo Kurdistanê û ji bo dûrxistina metirsiyan û başkirina rewşa welatiyan.”PDK wiha domand: “Bêguman ev rewşa nû ya Herêma Kurdistanê û şikandina dorpêçan û bihêzbûna pêgeha siyasî ya Kurdistanê û bicîhbûna aramiyê, nîşana xweragîrî û siyaseta rast a PDKê û siyaseta Serok Mesûd Barzanî ye li ser asta navçeyê û cîhanê.”Polîtburoya PDKê ragihand: “Di vê qonaxa girîng û dîrokî de erkê ser milê me hemûyan e ku ji bo derbaskirina vê qonaxa çarenivîsaz de, pêwîst e em hevkar bin ji bo derbaskirina kirîza aborî û çareserkirina pirsgirêka mûçeyan, da ku em bikaribin di pêşerojê de bi yek deng biryarê li ser çarenivîsa gelê xwe bidin.”
Pêş
02/07/2025
“Erdogan ne serokkomare ew serokê cuntayê ye“..!
02/07/2025
Îdia: PKK îro çekên xwe radest dikin..!
Balkêş e ?
Close