Cîhan

SOHR: Tirkiyê di 48 katan de 48 carî êrîşî rojava kir

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) roja Pêncşemê ragihand ku dronên Tirkiyê xalek kontrolê ya girêdayê Meclîsa Leşkirî ya Minbicê kiriye armanc.

SOHR got ku dronên Tirkiyê bi du mûşekan êrîşî xalek kontrolê ya “Meclisa Leşkerî ya Minbicê” kir, lê di derbarê kujtî û birîndaran de tu agahî neda.

SOHR dîyar kir ku di 23ê mehê de, Hêzên Eniya Kurd dronek li eniya gundê Qert Wairan li rojavayê Minbicê xistine xwarê.

SOHR li gor çavkanîyên xwe yên li herêmê dibêje, “di binpêkirina eşkere ya qanûna navnetewî de, Tirkiyê di 48 katên borî de, 48 êrîşên esmanî li ser herêmên ‘Rêvebiriya Xweser’ pêk anîne û zirarek mezin gihandine binesaziya herêmê”.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku ji 48 êrîşên Tikrkiyê 36 jê êrîşên esmanî yên li ser herêma Qamişlo û 12 êrîşên esmanî yên li ser devera Kobanê ne.

Li gor SOHR, ew êrîş bûne sedema kujtin û birîndarbûna 20 sivîlan.

Back to top button