Polîtîk
Sofî li Hewlêrê 150 hezar rûpêç bi bêberamber dabeşkir
Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Korona, rêkarên xweparêziyên nû li parêzgeha Hewlêrê tê bi cîhkirin û li vê çarçêweyê da 150 hezar rûpêç li ser niştimaniyan dabeş kirin.
Îro pênçşem 04.06.2020 bi amadebûna Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê dest bi dabeşkirina rûpêçan kirin. Parêzgerê Hewlêrê li gel Cîgirê Parêzger û Qaymeqamê Qeza Deşta Hewlêrê li helmetek da li bajaroka Kesnezan dest bi dabeşkirina rûpêçan li ser niştimaniyan kir û 150 hezar rûpêç li hemû qeza û bajarokên Hewlêrê têne dabeş kirin.
Ferset Sofî ragihand: “Li roja yekşemê ve ku dewam destpêdike, me biryar daye rê nedîn bi tu awayek kes bi bê rûpêç biçê fermangehan. Hîç fermanberek jî nabê bibê bestina rûpêçan biçin karên xwe”.