Polîtîk

Siyasetmedarên Kurd li Brukselê dest bi greva birçîbûnê kirin

Çalakiyên grevên birçîbûnê li çar aliyên cîhanê, her roj bi tevlîbûna kesayetên naskirî yên nû dewam dike. Piştî dest bi greva birçîbûnê kirinê li Enqerê a Parlamentera Serbixwe a Amedê Leyla Zana û a li Hewlêrê hunermend Şivan Perwer, li Brukselê jî siyasetmedar û hunermendên Kurd  dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdordeveg kirin. Di nav kesên ku dest bi çalakiyê kirine de Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Zubeyîr Aydar jî hene. 

Grevên birçîbûnê yên ku li zindanên Tirkiyê ji aliyê girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê ve, di 12ê Îlonê de dest pê kiribûn, 65 roj li pey xwe berdan. Niha li hundir bi hezaran girtiyên ku di greva birçîbûnê de hene. Ji wan qasî 150 girtî, ku vana yên ji koma yekem û duyem in, êdî rewşa wan gellekî xerab bûye û ger çareseriyêk pêş nekeve xuyayekê wê darbest ji girtîgehan derkevin.

Li Brukselê li Place Du Beguinage, seet di 14.00 an de  greva birçîbûnê destpê kir. Di nav kesên dest bi çalakiyê kirine de ev navana jî hene: Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Serokê KNKê (Kongra neteweya Kurdistanê) Tahir Kemalîzade, Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Zubeyîr Aydar, Serokê PJAKê Hecî Ehmed, siyasetmedar Nîzamettîn Tuguç, rojnamevan Gunay Aslan, nivîskar Derwîş Ferho, Celal Çortayî, hunermend Seyîdxan û Siyamend Moînî.

Tê texmîn kirin ku di rojên pêş de hejmara çalakgeran zêdetir bibe.    

Back to top button