Siyaseta Amerika ya Rojhilata Navin diguherê
Doh li Qesra Sipî serokê Amerika Trump pêşwazî li serokwezîrê Israil Netanyahu kir. Eve demek bû çavên cîhanê li vê hevdîtinê bû. Trupm bi gelek germî pêşwaziya Netanyahu kir û piştî civîna di navbera wan de derketin himber medyayê û behsa naveroka civînê kirin.Ji bo pirsa Filistinê Trump got: Du dewlet yan jî dewletek, ez çareseriya herdu alî bixwazin dixwazim. Herdu alî çi bixwazin ezê wê qebûl bikim. Ez li gel herdu pêşniyara jî dikarim bijîm. Demekî ez difikiriyam ku çareseriya du dewletan baştire. Ez vekirî bêjim; Netenyahu, Îsrail û Filistinî memnunbin ez jî memnunim.Trump bersiva pirseki di derbarê veguhaztina balyozxana Amerika ji Tel Avîv ji bo Kudûsê de got: Ez dixwazim ku veguhaztina balyozxana amerika ji bo Kudûsê bibînim. Em gelek bi hesasî li vê pirsê dinêrin. Emê bibînin ku dê ev yek pêkwerê.Di derbarê pirsa Filistinê de Netanyahu jî got:Du mercên ji bo aşitî pêkwerê hene. Yek divê ji berî hertiştekî Filistinî bi fermî Dewleta Îsrail nasbikin. Duyem jî dema ji bo aşitiyê li hevhatinek çêbibê jî, divê Îsrail li Rojavayê çemê Şeria bikariba asayişê pêkbîne û asayişa wêde di bin kontrola Îsrailê de bê.Ji bo pirsa aşitiya Rojhilata Navîn Trump, zavayê xwe Jared Kushner erkdar kiriye. Jared Kushner eslê xwe cuhiye û babê wî yek ji wan kesayete ku gelek di aliyê madi de pişgiriya Netenyahu dike.Tê zanin ku dema Obama serokê Amerika bû, pêwendiyên navbera Îsrail û Amerika ne gelek baş bûn û di vê derbarê de gazindên Îsrail gelek bûn.Îsrail da zanin ku bi hatina Trump gelek tişt dê bêne guhertin.