Civak

Şivan Perwer li gel ajansa navdewletiya Reuters ê axivî

Ajansa navdewletiya Reuters hevpeyvîneke taybet li gel Şivan Perwer encamdaye û têda behsa rola hunermend Şivan Perwer û behsa kêşeya Kurd û Kurdistanê kiriye. 

Li vê sedsala derbasbûyî de gûhgirtin yan gotina hinek ji stranên hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer li Tirkiye karekî pir metirsîdar bû.

Stranên Şivan Perwer behsa nasnameya neteweyî ya Kurd û evînî û pirsên netewayetiyan dikir. Temenê Perwer niha gihîştiye 57 salan, ew eve çendîn sale li Rojava dijî, lê belê berî çend hefteyek bi serdanekî kurt vegeriya Bakûrê Kurdistanê. 

Niha Şivan Perwer hewla ewe dide hêzên rojavayiyan razî bike piştgîriyê li pirs û xebata Kurd bikin bo ku ev gel jî bi mafên xwe şad bibe. Ew bi Reuters ê ragihand ku “Pêwîste ev pirs gelek bi ciddî bê wergirtin. Divê pirsa gelê Kurd heman awayê pirsên siyasî û mirovayetiyên dinê cîhanê, wekî pirsa Filistîn û Bask û Kîwbîk û xebata xelkê Efrîqaya Başûr û her pirsekî dinê siyasî ya cîhanê de bê axaftin”. 

Li sedsala derbasbûyî de axa Kurdan li ser Tirkiye û Îran û Iraqê û Suriyê de hate dabeş kirin. Hikûmetên van welatan çendîn sale bi hemû awayekî gelê Kurd asîmîle dikin û niha jî li hinek deveran ev asîmîlasyon hê jî berdewame. Xebata berdewama gelê Kurdên Başûrê Kurdistanê û kêşeyên di navbera rejîma Sedam Husên û civaka navdewletî yarmetîderekî baş bûn ji bo wê yekê ku li sala 1991 da beşekî berfirehê Başûrê Kurdistanê bê azad kirin.

Lê belê asîmîlasyona gelê Kurd li Tirkiye, Suriye û Îran berdewamiya xwe hebû. Hikûmeta Tirkiye li demên derbasbûyî de bi Serokayetiya Serok Wezîrê wî welatî Receb Teyîb Erdogan hengavên girîng berev çareserkirina kêşeya Kurdê welatê xwe hilgirtiye. Şivan Perwer jî dibêje Rojava dikare zêdetir han û piştgiriya Hikûmeta Tirkiye bide û bo ku trajediya Kurd li wî welatî de bi dawî bibê û mafên siyasî û civakiyên ji bo vî gelî bê dabîn kirin.

Şivan Perwer plana xwe ya wê yekê heye salên pêş de serdana Bakûrê Kurdistanê bike û konserek saz bike û çendîn muzîkjenê navdarên cîhanê jî ji bo vê konsertê vexîne. Yek ji wan jî Bono û Stîng. Perwer wiha bawere proseya demokrasiyê li Tirkiyê berdewamiya xwe dibe û derencama wê jî çareserkirina kêşeya gelê Kurd ya li wî welatî de dibe. 

 

Back to top button