Civak

Sîstema tendirustiya Kurdistanê têra 10 hezar pêketiyan dike

Mihemmed Qadir Xoşnaw Peyvdarê Wezareta Tendirustiya Kurdistanê dibêje: Heta niha şiyana wergirtina pêketiyên Koronayê heye, lê belê êdî wan pêketiyan nîşanên tûnd nîne, li nava nexweşxaneyan da namînin û ew ji bo nava motelan têne veguhestin û li wir têne çavdêrî kirin. Ji ber ku bi vî awayî karmend kêmtir pêwîst dibê û ew karmend pêwîste li nava nexweşxaneyan da dixebitin.

Peyvdarê Wezareta Tendirustiya Kurdistanê ragihand: Eger hejmara pêketiyên Korona li Herêma Kurdistanê her zêde bike û nexweşxane û ew motel jî pir bin ku hatine diyar kirin. Li wê rewşê de em neçarin wan pêketiyên ku nîşana wan ya tûnd nîne li malê bihêlin wekî welatên din û wekî Amerîka.

Hilkişana hejmara pêketiyên Korona li Kurdistanê li heftiya derbasbûyî de, zengeke metirsîdar bû û careke din qedexeya hatin û çûnê ji şeş rojan hate ragihandin. Ewe jî piştî tomarkirina 103 pêketiyan ku 101 ji wan li Silêmanî bûn û bi wê hejmarê, pêketiyên Korona li Kurdistanê gihîşt 714 kesan ku 420 kes ji wan başbûne û heft kes jî canê xwe ji dest dane.

Mihemmed Qadir Xoşnaw dibêje: Ji bo vê hejmara pêketiyên Korona li Kurdistanê pêwîstî bi karmendan heye, bi giştî 500 qeryole hene ku ji bo pêketiyên Korona hatine terxan kirin û dibêje: “Lê belê eger hejmara pêketiyan 500 kesan derbas bibe wê demê neçar dibîn nexweşxaneyên din bikarbînîn. Her wiha eger hejmara pêketiyan bigihe pênc hezar kesan ku pêwîstiya wan bi çavdêriyê hebê, wê demê divê xizmetguzariyên dinê li nexweşxaneyan bêne ragirtin û hemû ji bo Korona bêne terxan kirin. Her wiha eger hejmara pêketiyan bigihe 10 hezar kesan, êdî li derveyê şiyana Herêma Kurdistanê dibe.”.

Back to top button