CivakRojev

Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê û hatiye dagîrkirin!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel çendîn welatiyên ji çînên cuda cuda yên civaka Herêma Kurdistanê hatin ba hev û  li ser ezmûna van çend salên borî yên hikumraniya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Em li dijî ti neteweyekê nînin û em dest ji bihusteke axa niştiman bernadin.”

Herwiha diyar kir: “Tawana jenosîdê li dijî neteweyekê hatiye kirin, divê hikûmeta Iraqê qerebûya tawanan bike.”

Mesrûr Barzanî li ser girîngîdana sektora çandiniyê diyar kir, ew girîngiyê didin sektora çandiniyê û berhemên çandiniyê hinardeyî derveyî welat dikin.

Derbarê bajarê Kerkûkê de destnîşan kir, Barzaniyê Nemir şoreşek kire qurbaniyê dilê Kurdistanê û Kerkûk beşek ji Herêma Kurdistanê ye ku hatiye veqetandin û got: “Heta ku em hebin dest ji Kerkûkê bernadin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê pirsa Şingalê de diyar kir: “Ji bo rizgarkirina Şingalê, me 500 şehîd dan.”

Herwiha destnîşan kir: “Rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê û hatiye dagîrkirin.”

Back to top button