Polîtîk

Sînemxan Bedirxan: Baweriya min bi Tirka nîne

Bi verikirina konsolxaneya Tirkiye li Hewlêra Herêma Kurdistanê

Sînemxan Bedirxan:  Çalakvaneka Kurd, keça Celadet Ali Bedirxan ê ku Kurdiya Latînî damezrand, hevjîna Selah Saadallah ku ew jî xwedî yekemîn ferhenga Ingilîzî-Kurdiye û li sala 1998 belav bû. Sînemxan ji malbata Bedirxaniyên navdare ku li nav Kurdan de xwedî rêz û hurmeteke taybetin. Mîqdat Mîdhat Bedirxan li dîroka Kurdan de damezrînerê yekemîn rojnameya Kurdî ye ku cara yekem li sala 1898 an li Qahîre hatibû belav kirin.

Li hevpeyvîneke li gel IKP de Sînemxan Bedirxan xemgîniya xwe li beranber rewşa zimanê Kurdî li Tirkiye û hinek têbîniyên xwe li ser guhertina rewşa siyasiya Tirkiyê nîşan da.

IKP: Hûn rewşa Vekirina Kurd li Tirkiye çawa dinirxînin?

S.B: Eve pêngaveke başe, pêwîst bû ev pêngav berî demeke dirêj bihata avêtin. Kurd li Tirkiye bindest bû, zimanê wan qedexe bû û bi Tirkên Çiyayî dihatin bi navkirin, hêvîdarim ev pêngav bidome û pêş bikeve.

IKP: Heta çi radeyê dê guhertinên desturiya Tirkiyê li berjewendiya çanda Kurdî de be?

S.B: Eve dê alîkariya ziman û kultura Kurdî bike, ez hêvîdarim ku ev pêngav berdewam bike, ji ber ku gelek astengî li pêş de heye, gelek siyasetmedarên Tirk dijî vê pêvajoyê derdikevin, wekî ku hûn jî dizanin dewlet û hikûmeta tirkî beranber vê meseleyê de xwedî nêrîneke cûda ne û hêvîdarim Serok Wezîr li vê pêvajoyê de serketî bibe û Kurd li Tirkiye jî bigihijîn mafê xwe û bibin xwedî nasnameyek û li destûrê de mafê wan bête parastin.

IKP: Hun ji vê pêngava ku Vekirina Demokratîka Kurd li Tirkiye tê bi navkirin bawer dikin ku dê li berjewendiya Kurdan de be? Bi tabetî ku piştî girtina Partiya DTP?

S.B: DTP hate girtin, lê belê partiyeke din vebû. Em li gel Tirka fêrî vê lîstoka guhertinê bûne û ne tişteke nû ye. Dema partiyek tê girtin yekî din vedibe. Wekî ku min got eve ji aliyê Hikûmetê ve pêktê lê di rastiyê de dewlet roleke mezin di vê desthilatiyê de dibîne.

IKP: Hikûmeta Tirkiye çawa dikare xwe ji vê pirsgirêka generalên dijî guhertinê dikin rizgar bike? Wekî mînak guhertinên vekirina televizyona TRT6 Kurdî û guhertinên destûrî de?

S.B: Ev pirsgirêk li Tirkiye heye, berî demekî jî me dît yek ji kevneperesttirîn endam parlemenê Tirkiyê xwe ji karê Serokatiya Partiya xwe vekişand. Ji aliyeke din ve jî pêşveçûn heye. Wekî mînak li Cizîra Botan bi navê Mîr Celadet Bedirxan navendeke nû hate vekirin û her wiha li Qoserê dê navendeke din bi navê Mîr Kamuran Bedirxan bête vekirin. Lê belê dîsa jî gumana min li ser pêşketin û berdewamiya vê pêvajoyê heye. Pêngaveke başe ku navendên çandî û hunerî vebin, lê belê ya herî girîng eweye ku ev pêngava demokratîk berdewam bike. Li meha reşemiya (şubat) derbas bûyî leşkerên Tirk piştî çendîn salan ji Birca Belek derketin û li ser cîh warên dîrokî yên wê deverê lêkolîn têne kirin. Lê dîsa jî pirsa eve gelo dê ev pêvajo çiqas berdewam bike. Biborin ku ez vê yekê dibêjim, lê baweriya min bi Tirka nîne. Me li sedsala derbasbûyî de ji desthilatdariya Tirkan gelek êş û azar kişand. Xwestin me asîmîle bikin û zimanê me qedexe kirin. Hêvîdarim wekî Kurdistana Iraqê Kurdistaneke Federal li Tirkiyê jî çêbibe, lê belê ez ji vê yekê ne piştrastim.

IKP: Ji aliyê bikaranîna zimanê Kurdî de, TRT6 Kurdî ji bo zimanê Kurdî çi tişteke baş dike?

S.B: Tiştên baş hene, wekî mînak çend pîtên Kurdî ku berê li Tirkiyê hatibûn qedexekirin, niha ew bi xwe bikartînin. Wekî pîta W yanî berê nedihiştin Wan bête nivîsîn diviya Van bihata nivîsîn. Hêvîdarim ev guhertin pêşbikevin û berdewam bibin.

IKP: Hun bawer dikin ku ev vekirin dê bihêle ku Kurd mafê xwe yê ziman wergirin? Ji ber ku heta niha bi zimanê Kurdî perwerde qedexeye?

S.B: Me bihistiye ku gelek projeyên nû wekî vekirina beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn hate vekirin û her wiha li Stenbolê beşeke Kurdî vebû, lê belê ev proje ne ji aliyê hikûmetê vene, hêvîdarim zimanê Kurdî li gel zimanê Tirkî bi pêkve bibe zimanê perwerdeyê.

IKP: Piştî ewqas bûyeran, gelo dê pêwendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê çawa bimeşe?

S.B: Vekirina Konsolxaneya Tirkiye li Hewlêr gelek başe, wekî ku dibînim û dibihîsim pêwendiya wan baş derbas dibe û vekirina vê Konsolxaneya tirkiyê li Herêma Kurdistanê nasîna herêmek li Iraqe bi navê Herêma Kurdistanê. Hêvîdarim ev pêngav ne propagandeyê hilbijartinê be û pêngavên  wan dil bin.

Çavkanî: IKP(International Kurdish Press Magazine)

Ji Ingilîzî werger

Back to top button