Şilêr Lîmo: 1.500 mêran fêrî şofêriya otombêlên Barhilgir kiriye
Jineka ji Başûrê Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê eve yanzdeh sale Nivîsîngeha Fêrkirina Şofêriyê vekiriye û her du regezan fêrî şofêriyê dike bi taybetî otombêlên Barhilgir.
Şilêr Lîmo Xuda Nivîsîngeha Hawjîn ya ji bo fêrkirina şofêriyê got: Piştî sala 2000 ê min dest bi fêrkirina welatiyan ya ji bo şofêriyê kiriye wekî hizir min gelek sûd ji otombêlan dîtiye. Ji ber ku min hizr û fikra wê yekê kir şûna bi taksiyan hatin û çûnê bikim, ez bi xwe otombêla xwe bajom, ji bo wê yekê mirov bêhtir azad dibe li hatin û çûnê de.
Her wiha Şilê Lîmo got: Ji aliyê min ve cudahî di navbera zilam û jinan de nîne, ji ber ku berdewam daxwaza wekheviyê dikim. Li sala 2000 ê heta niha ez berdewam welatiyan ji her du regezên mêr û jin fêrî şofêriyê dikim û min kariye zêdetirê 1.500 zilaman fêrî şofêriya barhilgir bikim.