Civak

Silêmanî Şîna Efrinê dike

Parêzgarê Silêmaniyê bi sedema êrîşên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser bajarê Efrînê sê roj şîna giştî ragihand.Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir daxuyaniyek belav kir tê ragehand ku, em li parêzgeha Silêmaniyê bi îradeyeke bihêz û dileke xemgîn hêvî dikin, ku aştî cihê şer bigre daxwaza vekişîna hêzên leşkerî ji Efrînê û vegera aware û koçberên Efrînê bo ser cih û malên xwe dikin û hêvî dikin, ewlehî vegere herêmê.Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat ku, ji êvariya îro 18ê Adara 2018ê heta êvariya roja 21ê Adara 2018ê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê şîna seranserî ye.Herwiha di daxuyaniya xwe Parêzgarê Silêmaniyê biryar da ku, pireke bajarê Silêmaniyê navê wê bibe pira  Efrînê.

Back to top button