Polîtîk

Silêman: Divê kurd bi yekrêzî hêza xwe li Bexdayê biparêz in

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja pêncşemê 10.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Doglas Silêman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Di civînekê de her du aliyan amadekariyên hilbijartina parlamentoya Îraqê nirxand û hêvî xwest pirosesa hilbijartinê bi wayekî rast û demokratîk bi rê ve biçe û, piştî hilbijartinê jî, aliyên îraqî ji bona avakirina hikûmetek nû dest bi diyalogê bikin bi awayekî ku ew hikûmeta nû aramiya siyasî û emnî û pêşxistina aboriya welat bi xwe re bîne.Silêman daxwaz kir ku aliyên kurdî bi yekdengî û yekrêzî seng û hêza xwe li Bexdayê biparêz in û roleke ber bi çav di serkeftina hilbijartin û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de hebe.Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku kampaniyaya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bi awayekî rêkûpêk derbas bû û hêvî xwest pirosesa dengdanê jî  li sertaserî Îraqê bi heman awayî bê encam dan.Serokwezîr ew yek jî got ku dê bi cidî lêbixebitin ku aliyên kurdstanî li parlamentoya Îraqê weke bilokek bihêz yekrêzî û yekdengiya xwe biparêz in û qaymtir jî bikin.

Back to top button