SHK: Vê zulma li ser Kurdan rawestînin
Serokatiya Kurdistanê di derbarê trajediya koçberiya kurdan de û xeniqandina zarokan di rêya koçberiyê de daxûyaniyek belav kir.Ji ber çend rojan 11 koçberên ji Kurdistana Rojava di derya Egê de dema dixwestin herin Yunaistanê ava behra Egeê de xeniqîn. Termên wan hatibû qefê. Zarokji wan Alan bû. Alan zarok bû, weneyê termê Alan çîhan hejand.weneyê Alan weneyek ji trajediya miletek bê dewlet bû.Serokatiya Kurdistanê daxûyaniyek belav kir. Daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê: Wêneyê termê wî zarokê Kurdê Kobanê ku li nava avê de xeniqiye wîjdanhejêne û sembolekî dinê mezlûmiyeta gelê Kurde li cîhanê. Alan û malbata wî ku rêya bi cîh hiştina welatê xwe û koçkirinê li ber girtin, mînaka beşxwarî û wê zulma ku bi dirêjahiya dîrokê û li qonaxên cûda cûda de li mîlletê Kurd de hatiye kirin.Hemû cîhan berpirsê wê yekê ye ku gelê Kurdistanê biparêzin û rê li dûbarebûna karesatên li jiyana mirovên Kurd da bigrin. Dema ewe hatiye dawiyê bi koçberî û trajediya û êşa gelê Kurd bê û li ser axa xwe bi aştî û serbilindiyê de bijîn.Li gel wê yekê ku daxwaz ji zarok û gedeyên gelê Kurdistanê dikin axa xwe bi cîh nehêlin, daxwaz jî ji civaka navdewletî û welatên azad dikîn ku yarmetiya wan koçeber û penaberan bidin ku rû li Ewrupa kirine û bîra wê yekê jî bê kirin ku çavkaniyên wê zulm û cûdakariyê neyê hiştin ku li dijî gelê Kurdistanê û hemû gelên mezlûmê cîhanê tê kirin.Serokayetiya Herêma Kurdistanê03.09.2015