Polîtîk

SHK nûçeya Rûdawê ne rast e

Di derbarê belavbûna nûçeya guhertinên li postên serbaziyan û ladana hejmarek Fermandeyên Serbazî ya hêzên Pêşmerge li tora medyayî ya Rûdawê da, bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçe û ew navên li nûçeyê de hatiye balkişandin tu bingeheke xwe nîne.

Cenabê Serok Barzanî ferman ji bo lêkolîna wan kesan derxistiye ku li parastina xelk û Pêşmerge de kêmterxem bûne. Her cûre guhertin û ladanek jî wê demê dibe ku lêkolîn bi encam gihîştibe û birêz Serokê Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya encama lêkolînê û derketina rastiyan da biryara guhertin û sizadana berpirsên ku kêmterxem bûne dide.

Hêvîdarîn dezgehên ragihandinê li muamelekirina li gel vê babetê de hurtir û pîşeyîtir bin.

 

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê

08.09.2014

Back to top button