Civak

Sherri Talabanî qaçaxçiyên li Kurdistanê destgîr dike

Nivîskar Amberin Zaman hevpeyvînek li gel Sherri Talabanî (xanima Qubat Talabanî) kiriye û dibêje xanima xelkê New Jersery yê Amerikayê li Kurdistanê bi alikariya Hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Derveya Amerikayê qaçaxçiyên mirovan destgîr dike.

Zaman li rojnameya Al-Monitor de dide zanîn ku Sherri Kraham Talabanî meha 11 an de bi navê SEED ji bo parastina penaber û ziyanberketiyên bazirganên mirovan komeleyek avakiriye û çendîn hemwelatiyên Xanayî(Ghanaians) ji destên qaçaxçiyan rizgarkirine.

Her wiha Talabanî dide zanîn ku xebat û têkoşînên wan yê dijî tundiya jinan û bernameyek ji bo perwerdekirina wan jî heye û Talabanî dibêje: Nîvê jinên Iraqê li mala xwe de rastî tundiyê tên.

 

Back to top button