
Li rojên 22-23 tebaxa 2020 li Helebçeyê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin encamdan. Agir berdan avahiyên mîrî û hikumî.
Di dema van xwepêşandanan da arşîva bajar jî hate şewitandin. ‘Seroka Bajarvaniya Helebçe Kwêstan Ekrem ragihand ew erşîvên bajar ku di dema kîmyabarana 1988 de jî ziyan berneketibû, li xwepêşandanên doh bi şev da hatin şewitandin”.
Xwepêşander, ji bilî avahiyên mîrî û hikumî, baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê jî li Helebçeyê şewitandin. Encamê de bû sedema ziyana 100 milyon dînar (83 hezar dolar) an. Besam Elî Berpirsê Rêxistina PDK li Helebceyê got: “Pêwîste pirsyara ewe bêkirin; gelo ji bo çi hinek kes bi taybetî PDK kirin armanca xwe? Ji ber ku ji bilî me êrîş nekirine li ser avahiya ti partiyeke din. Gelek caran em li navbera îdareya xwecihî û xelkê da navberkariyê dikîn.
Eve ne bûyera cara yekê ye li Helebçeyê rû dide. Berî çend salek jî dîsa peykerê komkujiya Helebçeyê ji aliyê çend xwepêşanderan ve hatibû rûxandin. Gelek rûn û eşkereye ku çalakiyên bi vî awayî ji bo xelkekê ku hatibe komkujî kirin çi sûdekî wê ji bo Kurdan nîne. Çalakiyên bi vî awayî bi tenê dijminên Kurdan dilxweş dikin. Çalakiyên bi vî awayî nîşan dide ku encamderên wê negihiştine hestê netewayetiyê. Bi taybetî jî encamdana karekî wiha li Helebçeyê ku hatiye komkujîkirin dibê hokara fikr û hizreke zêdetir.
Peter Galbratith li hevpeyvîneke li gel Rûdaw de got: “Dijminê Kurdan gelekin. Lê belê xeraptirîn dijmin ew bi xwe ne”. Li vir da bingeha wê ramana ku divê tekez li ser bikîn ewe nîne ku dijminên Kurdan gelekin. Belku eweye ku xeraptirîn dijminê wan her ew bi xwe ne.
Ewên li Helepçeyê vê rûdanê encamdan, bi tenê li vê çarçeweyê de dikarin bêne nirxandin. Şewitandina baregahên PDK ji aliyê van xwepêşanderan ve babeteke ku divê li pêvajoyek de nirxandin li ser bêne kirin. Ji ber ku cîhên wekî Helebçe û Silêmaniyê gelek caran baregehên PDK rastî operasyonên bi vî awayî dibin. Ez li wê baweriyê dame ev babet divê zêdetir ji nêzîk ve bê nirxandin.
Roja 23ê tebaxa 2020 gotareke Îbrahîm Guçlu li malpera Kurdstan 24 de hate belavkirin. Gotar bi serdêra “PDK, nirxê derbasdarê hemû deman” hatibû belavkirin. Îbrahîm Guçlu li gotara xwe de tekez li ser ewe kiriye ku Partiya Demokrata Kurdistanê ku sala 1946 hatiye damezrandin ji bo dîroka Kurd û Kurdistanê saziyeke gelek girînge. Her wiha behsa ewe dike ku PDK parêzgeriyê li Kurdayetiyê kiriye û berevaniyê li destkeftên wê kiriye. Ez jî li gel wan hest û ramananim ku li wê nivîsê da heye, dixwazim têbîniyeke biçûk jî li ser zêde bikim.
Xwendingeha Barzanî
Xwendingeha Barzanî ne saziyeke tenê Quran, Hadîs, fiqih, Kelam, Erebî, Sarf-Nahiv (rêziman) û hwd têda têne xwendin. Dezgeh û saziyeke ziman û kultûr ku berhemhênerê Kurdayetiyê ne, ji nifşek ji bo nifşeke din têne veguhestin. Bêguman li wan xwendingehan de waneyek bi navê Kurdayetiyê tûneye. Ji ber ku eve berhemên hest û ramana xwendingeha Barzanîne ku li çarçêweya wê berhemê de peywendiyên miroviyên wê xwendingehê ne. Li belê li xwendingehê de, bi taybetî ewên ku li xwendingeha Barzanî de perwerdehiyê dibînin rastî bîrmendên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî Feqiyê Teyran û Hecî Qadirê Koyî dibin. Gelek bi eşkere û zelale ku ev xwendingeh, xwendingeheke Kurdî ye.
Li cem Barzaniyan tevgera neteweyî ji Şêx Abdulselam ve (1868-1914) destpêkiriye. Bi rêya Şêx Ehmed Barzanî, Mela Mistefa Barzanî, kurên wan û neviyên wan ve berfirehbûye û belavbuye û heta îro hatiye”.
Eve rastiyeke girînge. Barzaniyan herdem li gel îdareya Osmanî re nakokiyên wan hebûne. Di dema wan nakokiyan da nirx û bihayên Kurd û Kurdayetiyê ber bi pêşve çûye. Li vî warî de ew peywendî li serdema Şêx Abdulselam Barzanî (1874) heta ku serdema Şêx Tacedîn Barzanî (1850) diçe. Qedrî Yildirim xwendingehên Kurd û zanayên Kurdan, berga 2. xwendingehên tekiyeyan, avesta 2008, rûpel 107-116)(Kadri Yıldırım, Kürt Medereseleri ve Kürt Alimleri, Cilt 2 Tekkelere Bağlı Medreseler, Avesta 2018, s.107-116)
Li zêdetirê gundên navçeya Barzan da mizgeft, dêr û kinîşt li tenişta hevdû ne. Li tu demek da kinîşt yan dêr nehatiye têkdan û mizgeft li cihê xwe da hatiye çêkirin. Şêxên Barzaniyan herdem li gotarên xwe da tekez kirine ku pêwîste rêz li baweriya mesîhî û cihûyan bê girtin. Wekî mînak Şêx Abdulselam Barzanî (1968-1914) di dema axaftina xwe ya li gel Kurdan da herdem eve li ser zimanê wî bûye. Şêx Ehmed Barzanî (1896-1969) berdewam li gotarên xwe da şîretê li Kurdan kiriye bo ku rêz li xwezayê bigrin, li daristanan da dar nebirin û ajalan nekujin.
Şêxên Barzan çawa rêz li Ermenî, Cihî û Siryaniyan girtiye, heman demê de li Başûrê Rojava hewldane rêgiyê li wan guvaşan bikin ku axayên Zêbariyan li ser xelkê de pêkdianîn. Li Bakûrê Rojhilat da jî hewl didan rêgiriyê li axayên Bradostiyan bikin beramber wan guvaşên li ser xelkê de dirust dikirin.
Li hîç navçeyek da jî eger dêr û kiniştan perestina bi kom jî nehatibe kirin, avahiyên wan her wekî xwe hatine parastin.
Pêşmerge
Eger ji nêzîk ve temaşa vê babetê bikîn sûda wê zêdetire. Eve peywendiyeke nêzîk ya bi pêkhatin û pêşketina Pêşmerge ve heye. Pêşmerge kiye? Ew kese ku bavê wî jî Pêşmerge bûye. Eger bi awayeke din bibêjîn, kurê Pêşmerge jî her Pêşmergeye. Li salên 1960 an , 70 an, 80 an rewş wiha bûye.
Li nav Kurdan de kategoriyeke dinê civakî hebû ku jêre dibêjin cehş. Ewan ew Kurd bûn ku hevkariyê li gel hikûmeta navendî ya Bexdayê re dikirin. Ev Kurd şer li dijî wan Kurdan dikir ku xebata serbixweyî û azadiyê dikirin û serbixweyiyê dixwestin, bi taybetî jî li dijî Barzaniyan şer dikirin. Ewan bi piştevaniya dewletê zarokên xwe dişandin Ewrupa, bi taybetî jî Brîtanya. Ev xwendekar li Brîtanya pizîşkî, endazyarî, yasa û hwd dixwendin.
Li sala 2005 li gor destûra Iraqê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin. Kadirên burokratên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayeke giştî ji wan kesan hatin hilbijartin ku xwendina xwe li Ewrupa û bi taybetî jî li Brîtanya xelas kiribûn. Ji ber ku Pêşmergeyan xwendina xwe xelas nekiribûn, nedikarîbûn li nava rêzên kadirên burokrat de cîh bigrin.
Ew burokratên li Ewrupa û bi taybetî jî li Brîtanya xwendina xwe temamkiribûn, şarezayiya wan herî kêm li warek da hebû, lê belê xwediyê hestê serbixweyî û hestê Kurd û Kurdistanê nebûn. Ewê Peter Galbriath tekez li ser dike û dibêje: ‘Xeraptirîn dijminê Kurd, Kurd bi xwe ne’ bi baweriya min mebesta wî ev çîn û grube.
Li vê babetê da beramberkirina Kurdistanê li gel welatên dagîrkiriyên Efrîqa zanyariyên me zêdetir dike. Li welatên dagîrkiriyên Efrîqa da ew zarokên ku bi mebesta xwendinê çûbûn welatên pêşketî, zarokên eşîrên hevkarên wan bûn. Ewan li cihên wekî London, Parîs, Berlîn, Bruksel, Lîsbone, Madrîd, Roma û Moskowê di dema xwendina xwe da tevlî felsefe û siyaseta serbixweyî û azadiyê bûn û ew gihîştin wan hestan. Dema xwendina xwe temamkirin û vegeriyan welatên xwe, bereyên niştimanî damezrandin û bi navê serbixweyiyê da têkoşînê kirin.
Li Mozembîq Samora Machel (1933-1986), li Angola Augistino Neto (1922-1979), Gine Bisseau yê Amilcar Cabral (1924-1979), li Zaîrê Patrice Lumumba (1925-1961) bi baweriya min ji wan xwendekaran bûn.
Li Gana yê Kwame Nkrumah (1909-1972), Li Senegalê Leopold Sedar Senghor (1906-2001), Li Kenya yê Jumo Kenyatta (1909-1972), Tom Mboya (1930-1969) li Tanzanya yê Juluius Nyerere (1922-1999), Li Nicerya Namdî Azîkîwe (1904-1996), li Cezaîr Ehmed Bin Bella (1916-2012), li Mexrîb Mehdî Ben Barka (1920-1965), li Gîne yê Ehmed Sekow Ture (1922-1984) … ew jî bi heman awayî bûn.
Kurdan jî xwendina temam kirin û vegeriyan Kurdistanê lê belê zêdetirê wan xwediyê hestê azadî û serbixweyî yê nebûn. Eve rewşeke gelek balkêşe. Bi baweriya min dijminên xerapên Kurdistanê ji vê çînê pêkhat. Helbete divê lêkolîn li ser eve bêkirin ku pêşhatên li dewletên dagîrkerkên Efrîqa û dagîrkerên Kurdistanê de di navbera wan dewletan de li vê babetê de gelek cûda bûn.
Bêguman fêrbûna zimaneke wekî Îngilîzî, axaftin û nivîsîna wan zimanan û bi dest ve anîna pîsporiyê li warek ji aliyê Kurdan ve gelek girînge. Lê belê eger hestê Kurd û Kurdistanî li gel da nebê, ew jî ti bihayeke xwe nîne. Eger çend zimanekê din jî bixî ser Îngilîziyê, dema hesta Kurd û Kurdistanî têda nebû çi biha û nirx û girîngiyeke xwe tûne. Zimanê biyanî tenê wê demê bihadare ku li gel Kurdayetiyê li berjewendiya Kurd û Kurdistanê de bikarbînî.
Ji bo wan Kurdên li vê rewşê de ne mirov nikarê xwe xweveşêrê û bibêjê, xwezî ew jî li xwendingeha Barzanî de bixwendane neku Londonê. Her çi nebê wê demê wekî Kurdeke niştimanperwer ku xizmeta Kurd dikir û kar bi navê Kurdistanê dikirin û dijiyan.
Serdana 3-4ê Eylûla 2020 ya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya Tirkiye, li gelek medyayên dewruber rexne lê hate girtin. Ez ne li gel wan cûre rexneyanim. Bi baweriya min ew serdan ji bo Kurdan serdaneke erênî ye. Ji ber ku li navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye de kêşeyên zêdeyê serbazî, bazirganî, aborî û dîplomasî heye. Bêguman ew kêşe li rêya guftûgokirinê çareser dibin.
İsmail Beşikçi
18.09.2020