Polîtîk

Şêwirmendê Sûdanî: Operasyonên Tirkiyê bi hemahengiya hikûmeta federal tê kirin

PKK a ku operasyonên Tirkiyê bi PDK û Barzaniyan ve girêdidin û wan wek hevkarên dewleta Tirk tohmetbar dike, qet behsa hevkariya dewleta Tirk û Hikûmeta Iraqê nake û vedişêre. Ji bo destkeftiyên Herêma Kurdistanê kêmtir û çembera li dora wê tengtir bike, PDK û Barzaniyan dike sedem û artêşa Tirk dikşîne nav Herêma Kurdistanê.

Heta niha bi saya PKK bi kêmanî 63 baregehên artêşa Tirk li başûr çêbûne û zêdeyî 15 kîlometreyî ketine nav xaka Herêma Kurdistanê. Armanca artêşa Tirk 40 kîlometre ye û dixwaze wek ku li Rojava kir, bi navê herêma tampon beşek ji Herêma Kurdistanê dagîr bike. Ev jî bêguman li hesabê PKK û rêvebirên wê tê û ji ber vê yekê jî yeko yeko terka baregehên xwe dikin û wan radestî artêşa Tirk dikin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî Îbrahîm El-Sûmîdayî ragihand ku operasyonên leşkerî yên ku Tirkiye li navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê dike, bi hemahengiya Bexda û Enqerê pêk tên. Yanî, Tirkiye û Iraq bi hev re van operasyonan dikin.

Ev yek jî dupat dike ku vir û derewên PKK bêbingeh in, tohmet in û armanca wê tenê lawazkirina PDK û Barzanîyan û têkbirina destkeftîyên Herêma Kurdistanê ye.

Şêwirmendê Sûdanî Îbrahîm El-Sûmîdayî, di hevpeyvîna li gel televîzyona Dîcleyê, di derbarê operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê de daxuyaniyek da. Soumydaie diyar kir ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê bi hemahengiya hikûmeta federal tê kirin û got: “PKK operasyonên sûcdar dike û Hikûmeta Iraqê jî PKK wek rêxistinek qedexe nas kiriye”.

Back to top button