
Şêwirmendê Ewlehiya Niştîêmanî ya Iraqê gihîşt Hewlêrê û biryar e çend civînên siyasî û ewlehiyê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bike.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê ragihand, “Şêwirmendê Ewlehiya Niştîêmanî ya Iraqê Qasim Arecî li serê sibeha îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve pêşwaziya wî hat kirin.”
Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê, Arecî dê çend civînên siyasî û ewlehiyê bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.