Serxwebûn mafê Rojavayê Kurdistanê ye!
Endamê Polîtboruya PDKê Kemal Kerkûkî ragihand, PDK piştgîriya daxwazên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo federaliyê dike. Kemal Kerkûkî herwiha got, serxwebûn mafê Rojavayê Kurdistanê ye. Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku PDK bi hemû awayî piştgîriya Rojavayê Kurdistanê û daxwazên Kurdên wê parçayê Kurdistanê dike.Derbarê daxwaza federalîzmê ji bo Rojavayê Kurdistanê de Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re ragihand: “Federalism kêmtirîn mafê Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ye.” Endamê Polîtboruya PDKê herwiha tekez kir: “Ji mafê gelê Kurd e ku li Rojavayê Kurdistanê dewleta xwe ya serbixwe jî rabigihîne.” Kerkûkî anî ziman, ku li gorî rewşa niha Kurdên Rojavayê Kurdistanê daxwaza federaliyê dikin û ew jî piştgiriya wan a bo avakirina sîstema federaliyê dikin. Rudaw