Serokwezîrê Kurdistanê û yê Iraqê civîyan
Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê hatin ba hev.
Îro danê nîvro Nûrî Malikî pêşwaziya şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Di hevdîtinê de herdu aliyan çawaniya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin.
Şêwirmendê ragihandina Malikî, Elî Mûsewî derbarê serdanê de ragihand: “Serdana şanda Herêma Kurdistanê timî cihê keyfxweşiyê yê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera me de ye. Ji ber ku baweriya herdu aliyan çareserkirina pirsgirêkan e, tenê divê bi rêya guftûgo û li gor destûrê be. Ew jî xala hevbeş a navbera Bexda û Hewlêrê de ye.”
Derbarê ger Bexda soza çareserkirina pirsgirêkan bide Hewlêrê û serkirdayetiya kurd şandekî bilind bişîne Bexdayê, Mûsewî wiha got: “Ti sozekî despêkê nehatiye dayîn. Ji ber xalên nakok ên navbera wan de eşkere û vekirîne. Ev nakokî dikarin bi rêya guftûgoyan bên çareserkirin, lê hewlek ji bo rêkeftina hinek xalên nakok heye. Divê ev xalane jî li gor destûrê bên çareserkirin.”
Îro şanda Herêma Kurdistanê gihişt Bexdayê û berî ligel Malikî bicivin, ligel şandeke paye bilind a Hevpeymaniya Nîştîmanî civiyan.