Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya kar û çalakiyên konferensa Asayîşa Munchen, roja 17.02.2018ê, digel Peter Hulqvist wezîrê bergiriyê yê Swêdê û şandeya pê re civiya û her du aliyan şerê dijî DAÎŞê û sedemên çêbûna wê, qonaxa piştî DAÎŞê û çewaniya serederîkirin digel wê qonaxê, pisa koşber û penaberan û çewaniya rêxweşkirina di warê aramî û avadankirinê de ji bo vegeriyana wan ji bo deverên wan gotûbêj kir.Di civînê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê made bûn, destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê hat brehis kirin û hêvî xwestin ku ew danûstandin bigihin encamên baş bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan da be.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya hikûmet û gelê Swêdê kir ku di warê serbazî û mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê kirine û jê re behsa pêşhatên dawiyê yên diyaloha navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsan li ser bingeha destûra Îraqê kir.Metirsiya terorê ji bo ser cîhanê, hevkarî û hevahengiya navdewletî ji bo jinavbirina wê metirisyê, jinavbirina terorê ji aliyê aborî, civakî, siyasî û hizrî ve û rewşa Rojhilata Navîn bi giştî mijarên din yên civîna serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê bergiriyê yê Swêdê bûn.
Pêş
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
Têkildar
Balkêş e ?
Close