Serokwezîrê Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiyeyê civiyan
Di çarçoveya beşdarîkirina di konfransa enerjî û aboriyê ku ji aliyê civata Atlantic ve li Stenbulê hatiye saz kirin, serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan civiya.
Di civînê de her du serokwezîran behsa têkeliyên dualiyên navbera Kurdistan û Tirkiyeyê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina têkeiyên aborî, bilindkirina sewyeya bazirganiya navbera Hewlêr û Enqereyê, kir. Di vî warî de her du aliyan tekîd li ser çareserkirina wan astengiyên dikevin pêşiya bizava aborî û bazirganiya navbera her dua aliyan de kir.
Rewşa siyaisya herêmî û pêşhat û bûyerên li deverê diqewimin mijarên din yên civînê bûn, di vê çarçoveytê de tekîd li ser giringiya parastina aramî û îstîqrara herêmî hat kiri.
Pêvajoya siyasîya Îraqê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê aliyekî din yê civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bû.