Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê serdana BDPê kir

Di çerçova seredana xwe ya Tirkiye, Nêçîrvan Barzanî û heyeta li gel Enqere serdana Nawenda BDPê kir.

Di hevdîtina li gel BDPê Selahattin Demirta, Gulten Kişinak, Ahmet Turk, Sirri sakik, Aysel Tugluk û Layla Zana amade bûn. Hevdîtin 30 deqîqeyî berdewam kir.
Piştî hevdîtinê serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî hevserokê BDPê Selahattin Demirtaş di derbarê civînê de agahdarî dan medyayê.

Nêçîrvan Barzanî bi Kurdî kiset kir û gotinên wî ji bo zimanê Tirkî hate wergerandin. Barzanî got: Me  Newroza BDPê pîroz kir. Em pişgiriya vê pêvajoyê dikin. Barzanî helwesta Ocalan erênî dît û got:  Helwesta Erdogan ya  ji bo aşitiyê cihê teqtîrêye. Ez hêvî dikim ev yek ji bo gelên Tirkiye bibe hêviyek.

Demirtaş jî peyva xwe de got: Me Newroza gelê Kurdistana Federel pîroz kir. Em ji bohelwesta Barzanî spasiya cenabê wî dikin.

 

Back to top button