CîhanRojev

Serokwezîrê Iraqê serdana Suriye kir

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke fermî çû Şam a Paytextê Sûriyê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya, piştî civînê Sudanî û Esad konferansek rojnemevanî li darxistin û behsa naveroka civînê kirin.

Sûdanî daxwaza çareserkirina pirsa koçberan li Sûriyê kir û got: “Ji bo me giring e em karekî hevbeş bi rêya dezgehên fermî bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan û vegereke ewle ji bo wan misoger bikin dema ku ewlehî li navçeyên wan peyda bibe.”

Got jî: “Iraq ji aliyê xwe ve pebendî vegerandina welatiyên xwe ji kampa Holê ye û em hêvîdar in dewletên cîhanê bi erkê xwe rabin û wek Iraqê welatiyên xwe li kampa Holê vegerînin.”

Serokwezîrê Iraqê da zanîn, Îraq bi hemû welatên ku piştgirîya aramîyê dikin re, kar ji bo vejandina aborîya Sûrîyê dike û ev yek di berjewendîya Îraqê de ye û nabe Sûrîyê bi tenê were hîştin.”

Sûdanî got jî: “Hevahengiya daîmî ya di navbera herdu welatan de, baştirîn rê ye ji bo rûbirûbûna kêşeyên hevbeş, bi taybetî teror û kêmbûna avê.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Sûriyê Beşar Esed got: Îraqê di şerê li dijî terorîstan de li kêleka Sûriyê rawestiya û hemû hincetên destdirêjiya li ser Sûriyê red kir.”

Her wiha got: “Iraq tiştê herî bi qîmet pêşkêş kir û meydanên şer di rûbirûbûna rêxistinên terorîst de di navbera her du welatan de bûn yek.”

Serokê Esed tekezî li ser giringiya vê serdanê kir ji bo avêtina gavên pratîkî ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî, bi taybetî di rewşa niha ya navdewletî û rûbirûbûna terorê de.
 

Back to top button