Cîhan

Serokwezîrê Iraqê dest ji kar kişand

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, ewê li ser daxwaza mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî dest ji kar berde.

Serokê hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî daxuyaniyek belav kir û ragihand, piştî belavbûna daxuyaniya mezinê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî biryar daye îstifanameya xwe pêşkêşî parlementoya Iraqê bike.

Adil Ebdulmehdî her wiha gotiye, wî beriya niha jî xwastibû dest ji kar berde lê ew pêşniyara wî nehatibû qebûlkirin.

Merciyeta şîeyên Iraqê Elî Sîstanî îro piştî nimêja îniyê di daxuyaniyekê de daxwaza hilbijartinên pêşwext kiribû û daxwaz ji parlementoya Iraqê kiribû dest bi amadekariyên hilbijartinan bike.

Serokê bizava Sedir, Muqteda Sedir jî îro daxwaz ji Adil Ebdulmehdî kiribû, bo ku êdî ti kes neyê kuştin dest ji kar berde.

Roja yekşembê parlementoya Iraqê li ser babetê îstifa serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dicive û biryarekî digre.

Bi îstifakirina serokwezîrê Iraqê rewşa niha ya Iraqê aloztir dibe û çareseriya pirsgirêkan gelek zehmet dibe.

Back to top button