Polîtîk

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî bi Serkonsûlê Tirkiyê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serkonsûlê Tirkiyê yê Hewlêrê Erman Topçu re hevdîtin kir.

Têkildarî civînê li ser rûpela Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hat dan.

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya destbikarkirina erka wî serkonsolos Topçu pîroz kir û teqezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî yên li ser esasê berjewendiyên hevbeş kir.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya cîbicîkirina projeya rêyên geşepêdana ku Iraq, Tirkiye û Ewropa bi rêya hesinî bi hev ve girêdide û di vê projeya stratejîk de bal kişand ser pêwîstiya beşdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê.

Di hevdîtinê de Serkonsolos Erman Topçu ji bo xizmetkirina li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da û dupat kir ku ew dixwazin di her warî de peywendiyên Tirkiye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikevin.

Back to top button