Civak
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li gel Şêwirmendê Asayişê civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Iraqê Kasim Araci hevdîtinek pêk anîn.
Di civînê de nêrînên li ser pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya li tevahiya Îraqê hat gotubêjkirin, tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hat kirin. Di civînê de metirsiya terorîstan û paraztina ewlehî û aramiya li navçeyên sînor hat rojevê.
Her weha hat gotin ku di civînê de li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa herêmê rêkeftinek hatiye kirin.