Serokwezîrê Fransayê Gabriel Attal îstifa dike
Serokwezîr Gabriel Attal ku partiya wî di hilbijartinên pêşwext ên Fransayê de bû duyemîn, îstifa xwe ragihand.
Attal, da zanîn ku ew ê li ber kamerayan îstifa xwe pêşkêşî Serokomar Emmanuel Macron bikin û diyar kir ku ger daxwaza wî ya îstîfayê bê redkirin, “heta ku pêwistiya yasayî hebe wî ew ê li ser kursiyê xwe bimîne” Attal 577 parlamenterên nû hatin hilbijartin pîroz kir.
Attal diyar kir ku wan biryar daye ku bi namzedên tifaqa “Hemû bi hev re ji bo Komarê” têbikoşin û diyar kir ku “partiyên tundrew” nikarin li Meclîsê piraniya mutleq ava bikin.
Attal amaje bi wê yekê kir ku tifaqên wî bi xwe nekarîn di meclîsê de bigihêjin piraniyê û got, “Grûba siyasî ya ku ez di vê hilbijartinê de temsîl dikim, îro danê êvarê nikare piraniyê bi dest bixe. “Li gorî kevneşopî û prensîbên Komarê ez ê sibe danê sibê îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar bikim.”
Serokomar Emmanuel Macron di meha Çile de Attal wek serokwezîr destnîşan kir. Attal, ku di 34 saliya xwe de di dîroka Fransa de serokwezîrê herî ciwan e, navekî populer e di siyaseta wî welatî de û bi şiyana xwe ya avakirina diyalogek baş bi nûnerên kampên siyasî yên cuda re tê nasîn.