Serokwezîr û Newşîrvan civîyan
Li Silimaniyê Serokwezîr Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Organîzatorê Goranê civiyan û di wê civînê de behsa kêşeyên ewlekarî û abûrî yên Kurdistanê hate kirin û her du alî bi berfirehî behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û çawetiya domandina prosesa parastina Kurdistan û berxwedana dijî terorîstan kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Silimanî de îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Organîzatorê tevgera Goranê Newşîrvan Mistefa civiya.
Di civîna han de yaku li mala Newşîrvan Mistefa pêk hat behsa kêşeyên ewlekarî û abûrî yên Kurdistanê hate kirin û her du alî bi berfirehî behsa şerê dijî terorîstên DAIŞê û çawetiya domandina prosesa parastina Kurdistan û berxwedana dijî terorîstan kirin.
Di berdewamiya civîna han de Nêçîrvan Barzanî û Mistefa behsa kêşeyên abûrî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha neşandina bûdce û mûçeya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve kirin.
Mijareke din ya civîna han giftûgo kirin derbarê peywediyên navbera part û aliyên siyasî û hin mijarên din yên navxweyî yên Kurdistanê bûn.