Di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî de li Davosê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Siyasetmedar û Serokê Partiya Nehze ya Tunisî Raşid Enûş civiyan.Li gor daxwiyaniyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine gotûbêjkirin.Serokwezîr Barzanî û Enûş, tekez li ser pêşxistina peywendiyên Tunisê ligel Herêma Kurdistan û Iraqê kirine, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de. Herdu aliyan jî bi pêwist zanîne ku konsulxaneya Tunisê li Hewlêrê bê vekirin.Li gor daxwiyaniyê, rewşa Rojhilata Navîn, pirsgirêkên heyî bi giştî, gotûbêj û diyalog ku baştirîn şêwazê çareserkirinê ne, mijarên din ên civînê bûne.Hat ragihandin ku di civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî û endamên şanda Herêma Kurdistanê amade bûne.Di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel hejmarek serok û serkirdeyên welatên cuda civiya. Ji wan Şahê Urdinê Şah Ebdulla, Serokwezîrê Ermenîstanê Karen Karapetyan, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Siyasî Jeffry Filtman û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.
Pêş
03/07/2025
Civîna Trump-Putin bi dawî bû: Rûsya ji dev armancên xwe yên li Ukraynayê bernade
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close