Di Korbenda Aboriya Cîhanî de, roja 24.01.208ê li bajarê Davosê li Swîsreyê, Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê digel Jefry Feltman Cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên siyasî civiya.Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr û şandeya pê re amade bûn, behsa rewşa Îraqê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên danûstandinên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal bi taybetî hat kirin.Nêçîrvan Barzanî ji cîgirê sekreterê NY ê re behsa kar û xebatên wan komîteyên ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal ve ji bona çareserkirina arîşeyan hatin pêkanîn kir û, herwesa, behsa serdana xwe jî ya bo Bexdayê kir û tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê ku dixwaze bi diyalogê û li gor destûra Îraqê hemû pirsgitên çareser bibin, kir.Serokwezîr eşkere kir ku Herêma Kurdistanê di pirsa koçber û penaberan de gelek hevkarî kiriye û gelek alîkarî pêşkeş kirine û beşdarîkirina Herêma Kurdistanê di konferensa avadankirina Îraqê de ku, biryare li Kwêtê bê saz kirin, bi pêwîstî zanî.Çewaniya pêşkeşkirina hêsankariyan ji bona ku koçber û penaber bikaribin bo ser mal û warên xwe vegerin, alîkarîkirina Kurdistanê ji bo kirîstian û êzidiyan û berdewamiya wan alîkariyan mijarên din yên civînê bûn.
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
Balkêş e ?
Close