Polîtîk

Serokwezir pêşwaziya şandeyeke NY kir

Roja 13.09.2018ê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li rêveberê herêma welatên ereb a desteya Netewên Yekbûyî (NY) yê wekhewiya jin û mêr û bihêz kirina jinan Mihemed El Nasirî û şandeya li gel kir.Di civînê de şandeya mêvan ji ber pêşvazî kirina li hejmareke mezin a koçber û penaberan destxweşî li hikûmeta herêma Kurdistanê kir, herwaha pêşkevtinên herêma Kurdistanê yên ji aliyê wekhewiya jin û mêr, mafê jinan, derbas kirina krîzên giran, pêkve jiyana olî û netewên cuda bilind nirxand û berdewamiya kar û çalakiyên rêxistina NYê yên li herêma Kurdistanê û temamê Iraqê teqezî li ser kir.Herwaha serokwezîrê herêma Kurdistanê jî hemahengiya di navbera saziyên hikûmeta herêmê û rêxistinê de bilind nirxand û hêvî xwest ku rêxistin li navendên bi bandor kar li ser bernameyên perwerdeyî, çapemenî, çandî û ji aliyên pêşde birina wekhewiya civakî ya jin û mêr û mafên jinan û pêkve jiyanê de kar bike. Herwaha behsa çanda pêkve jiyana netew û olên li herêma Kurdistanê û piştevaniya hikûmet û parlamentoyê ya di vê pêkve jiyanê de kir.Guftûgoya rewşa siyasî û aborî ya Iraqê û herêma Kurdistanê û birêveçûna helbijartinên parlamentoyê li herêma Kurdistanê jî, ji mijarên din ên hevdîtinê bû, ku emîndara encûmena bilind a jinan li herêma Kurdistanê Pexşan Zengene jî di wan guftûgoyan de amade bû.
Back to top button