Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya nûnerê UN kir

Di hevdîtina xwe de ligel nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê sekreterê UN li Îraqê Nikolay Milanidov, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got herêma Kurdistanê girdayî biryarên UN ye, li ser pirsa ku Kurdistan jî di nava wan welatan de ye ku dibê ji aliyê Îraqê ve were qerebokirin. Ji ber ku Kurdistanê jî ziyan ji destê Îraqê dîtiye.

Di hevdîtina her wiha li ser pêwediyên di navbera Bexda û Hewlêrê û pirsên di rojevê de hate gotûbêjkirin.

Şandina petrola Kurdistanê ji bo bazarên cîhanê jî yek ji mijarên sereke yên hevdîtinê bû.

Serokwezîr Barzanî di hevditnê de diyar kir ku Hewlêr tiştekî li derveyî destûra herêma Kurdistanê û Îraqê nake.

Back to top button