Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya heyeta HDPê kir

L Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeta HDPê KCDê ya hevbeş kir.

Di hevdîtineke de behsa rewşa niha ya deverê û metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser Kurdistanê û yekdengî û yekhelwestiya Kurdistaniyan ya li hember terorîstan hate kirin.

Di  hevdîtina han de behsa qonaxa çareseriya pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê jî hate kirin û Nêçîrvan Barzanî hewldanên heyî yên bo çareser kirina aştiyane ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê bi hewleke gelek girîng wesif kir û amade bûna hikûmeta Kurdistanê jî bo pêşkêş kirina her cure hevkarî û piştgîriyekî diyar kir.

Her di vê hevdîtina han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku terorîstên DAIŞê destkeftên gelê Kurd kiriye armanc lewre lazime tevahiya çîn û pêkhateyên Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî şerê terorîstan bikin jiber ku yekrêziya Kurdan gerentiya şikestina terorîstaye.

 

Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser girîngiya hebûna kenalên jihev fêmkirin û diyalogê di navbera tevahiya aliyan de kirin û eşkere kirin ku dibe tevahiya aliyên siyasî yên tevahiya Kurdistanê ligel berçav girtina şert û mercên siyasî yên beşên Kurdistanê hevkarî û piştgîriya hevûdu bikin.

Back to top button