Serokwezîr pêşwaziya balyozê Tirkiye li Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tikriyê li Iraqê Fatîh Yeldiz civiyan û di wê hevdîtinê de, herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr-Enqere di hemû war de, nexasim jî di warê bazirganî û abûrî de.
Roja 24-10-2018ê ew civîn pêk hat û tê de Fatîh Yeldiz kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya yekem ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir.
Yeldiz herwiha beşdariya bihêz a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de û di hikûmeta nû ya Iraqê de û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexda di çarçoveya destûrê Iraqê de, wek pêwîst dît.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ragihand ku partiyên siyasî yên Kurdistanê dê bihêz biçin Bexdayê û di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin. Derbarê Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî behsa serkeftina proseya hilbijartina parlamentoyê kir û da zanîn ku ew niha mijûlî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê ne jî.
Di wê civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çand mijarên din hatin gotûbêjkirin. Herwiha herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr-Enqere di hemû war de, nexasim jî di warê bazirganî û abûrî de.