Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Japonê li Îraqê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Japonê li Îraqê danûstandinan li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê û pirojeyên Ajansa JICAyê ya Japonî li Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Japonê li Îraqê Futoshi Matsumoto kir.

Di hevdîtina xwe de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên dualî û pirojeyên Ajansa JICAyê ya Japonî li Herêma Kurdistanê li hev guhertin, xasma di warên avê û enerjiyê de.

Balyozê Japonê li Îraqê di pareka wê civînê de piştevaniya welatê xwe ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya dilsozî û piştgiriya Japonê kir û daxwaza zêdetir pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonê tekez kir.

Back to top button