Polîtîk

Serokwezîr pêşwazî li Balyozê nû yê Fîlîpînê li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Gulanê pêşwazî li Balyozê nû yê Fîlîpînê li Iraqê Charlie Pacana Manangan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê kir bi boneya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê di erkê wî de xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina karê wî tekez kir.

Balyozê nû yê Fîlîpînê spasiya piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da.

Back to top button