Polîtîk

Serokwezîr pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Cotmeha 2022an, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Gregory Galligan kir.

Di hevdîtinê de, guftûgo li ser rewşa giştî ya Iraqê piştî pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kanadayê de hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê da ku piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, derfetek ji hikûmetê re derketiye ku bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyan bike. Her wiha divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi awayekî bingehîn û li ser binemaya destûr û li gorî prensîpên hevbeşî û hevsengî û lihevkirinê yên rasteqîne çareser bike.

Balyozê Kanadayê pesnê çeksaziyê Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û çûna ber bi hikumraniya elektronîk ve bilind nirxand. Amadehiya welatê xwe ji bo pêşkêşkirina her alîkariyek pêwîst di vî warî de nîşan da.

Girîngiya parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî û jinavbirina hemû kiryarên terorîstî û her wiha bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê li ser jiyana xelkê, beşeke din a guftûgoyên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button