Serokwezîr pêşwazî li alîkarê wezîrê darayî yê Amerîka kir
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li alîkarê wezîrê darayî yê Amerîkayê, Marshall Billingslea kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li cîgirê wezîrê darayî yê Amerîka di karûbarên nehîştina çavkaniyên fînansekirina terorê de, Marshall Billingslea û şanda pê re kir.
Di civînê de, ku konsolê giştî yê Amerîka li Hewlêrê, Steven Faigen jî beşdar bû, alîkarê wezîrê darayî yê Amerîka ragihand, Herêma Kurdistanê berdewam di pêşketinê de ye û Amerîka jî amade ye piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike bi taybet di warê pêşxistina sîstema bankî de.
Alîkarê wezîrê darayî yê Amerîka behsa alîkarîkirina Pêşmerge jî kir û got, Amerîka dê li ser alîkarîkirina Pêşmerge û reforman di nav hêzên Pêşmerge de berdewam be.
Mesrûr Barzanî jî behsa karnameya nû ya hikûmeta Kurdistanê bi taybet di warê aborî de kir û ragihand, hikûmeta Kurdistanê dixwaze aboriya Kurdistanê di hemû waran de pêş bixîne û tenê pişta xwe bi firotina neftê girênede.
Serokê hikûmeta Kurdistanê behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û ragihand, danûstandin di navbera her du aliyan de didomin û baş pêşde diçin. Bi hêviya wê yekê ku her du alî bigihên rêkeftina ku mafên qanûnî yên Kurdistanê misoger bike.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku lazim e Iraqê mîna herêmeka federal û qanûnî li Herêma Kurdistanê binêre.