Polîtîk

Serokwezîr ji sekreterê YNKê re çi got?

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, di çarçoveya  serdana xwe ya bo wîlayeta Silêmaniyê de, roja 10.05.2015ê li bajarê Silêmaniyê  serdana Celal Talebanî sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û li tendirustiya wî pirsî.

Serokwezîr sipasiya wê pêşwaziya germa Talebanî  lê kirî kir û kêfxweşiya xwe bi dîdara sekreterê YNKê ku tendrustiya wî gelek baştir bûye û ber bi başiyê diçe, diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa hindek yadeweriyên xwe yên karkirinê bi Talebanî re kir û rola giringa wî di hemû qonaxên cihê de û helwestên wî li hember bûyer û pêşhatan bilind nirxandin  û got ku, şûndestê Talebaî di hemû qonaxan û di hemû sewîyeyan de diyare û helwestên Talebanî dê hertim di bîrewerî û hizira med bimînin û ji bîr naçin.

Celal Talebanî sekreterê giştiyê YNKê jî kêfxweşiya xwe li hember serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê diyar kir .

Back to top button