Serokwezîr bo Birîtaniya: Referendûm li pêşiya şerê dijî terorê nabe rêgir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 12.06.2017ê li bajarê Hewlêrê, digel Frank Beker balyozê Birîtaniyayê li Îraqê û şandeya pê re civiya û di civînê de balyozê Birîtaniyayê behsa pêşhateyên Îraqê, şerê dijî DAÎŞê, azadkirina Mûsilê û hevahengiya navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê kir û mêrxasiya pêşmerge, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê, bilind nirxand.Şandeya mêvan diyar kr û Birîtaniya dixwaze di hemû waran de têkeliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt û berfireh bike û rewşa Îraqê û destnîşankirina dema encamdana referendumê li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevnî û alîkariya dostaneyen welatê Birîtaniyayê, bi taybetî dostîniya dêrîna Frank Beker digel xelkê Herêma Kurdistan, kir.Serokwezîr ji şandeya Birîtaniyayê re got ku referendum mafê xelkê Kurdistanê ye û piştî encamdana referendumê hikûmeta Herêma Kurdistanê digel Bexdayê dê bi cidî danûstandinan bike ku bi hev re bigihin encamekî di xizmeta aramî û emniyeta deverê de be.Barzanî behsa hevahengiya baş ya di navbera pêşmergeyê Kurdistanê û arteşa Îraqê de heye kir û got ku ji encama wê hevkarî û hevahengiyê serkeftinên mezin li dijî terorîstan hatine bidest xistin û tekîd kir ku referendum bi tu awayî nabe rêgir li pêşiya têkşikandina terorê, lê baştir ji berê dê rûbirûyê terorê bibin ku ew teror ji bo ser hemû cîhanê metirsîye.