Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya Mûnchenê şermezar kir û peyama serxweşiya hikûmet û xelkê Kurdistanê ji bo hikûmet û gelê Almanyayê şand. Serokwezîr Barzanî bi daxuyaniyek nivîskî êrîşa li bajarê Munchenê ya Almanyayê şermezar kir. Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî vê kiryara terorîstî şermezar dikin, serxweşiya gel û hikûmeta Kurdistanê ji xelk û hikûmeta Almanya re, herwiha ji malbatê qurbaniyên vê bûyerê re radigihînin. Hêviya zû başbûna birîndaran dixwazin.” Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku vê êrîşa nexweş jî nîşan daye ku divê ji bo jinavbirina terorê karê hevbeş bê kirin û daxuyand ku êrîşên wiha li seranserê cîhanê belav dibin û xelkên sivîl dikin amanc. Şeva 22ê Tîrmehê li nav Bazara Olympia Einkaufszentrum a bajarê Munchenê yê Almanyayê, gencekî 18 salî êrişeke çekdarî pêkanî û di encamê de 9 kes hatin kuştin 16 kes jî birîndarbûn. Polîsê wîlayeta Bavyera ragihandibû ku êrîşkar welatiyê Almanya û bi rêgez Îranî ye û termê wî piştî 2 seetan hatiye peydakirin.
Pêş
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Balkêş e ?
Close