Polîtîk

Brett McGur pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 17.12.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Brett McGurk  nûnerê serokê Amerîkayê ji bo karûbarên hevpeymaniya navdewletiya şerê dijî DAÎŞê , Duglas Siliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan e kir.

Pêşhatên dawiyê yên rewşa herêmî û Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, piştevanîkirina hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê li pirosesa siyasiya Îraqê û hikûmeta wê ya nû, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexadyê û danûstandinên navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna navbera Barzanî û McGurk de hatin gotûbêj kirin.

Bret McGurk pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kandîd kirin û jê er serkeftin xwest.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku diyaloga navbera hêzên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kuridstanê berdewam e û tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmeta nû dê ji hêzên serekî pêk bê.

Çend pirsên din yên gerim di rojeva herêmî, Îraqê û Herêma Kurdistanê de û têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê mijarên din yên civînê bûn.

 

Back to top button