Civak

Serokê HDPÊ yê Batmanê hat girtin

Serokê HDPê yê şaxa Batmanê Nîzamettin Toguç hat girtin.6ê vê mehê di çerçova operasyonekî li himber PKK/KCKê li gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk hatin binçav kirin. Li Batmanê li gel çend kesan serokê HDPê yê şaxa Batmanê jî hatibû binçav kirin . Nizametin Toguç û hevalên wî derêxistin mehkemê û hatin dadgeh kirin.Toguç piştî biryara dadgehê rêkirin girtîgehê.Nîzametîn Toguç demek dirêj li Belçîkayê dijiya û dema li Belçikayê di damezirandina “ Parlementoya Kurdistanê“ li derveyê welat de cih girtiye û herweha di nava “ Kongreya Netewi ya Kurdistanê “ de jî xebitiye. Nizametin Toguç 25 sala li Belçikayê mayê. Sala 2015 vegeraye Batmanê, dema Toguç vegeriyaye garantiya ku wî negririn û neyêxin girtigehê de dabûnê.Niha jî bi tohmeta arikarî û endametiya PKKê hat girtin.

Back to top button