
Serokê Şaredariya Manavgatê ya CHPyê di operasyona “gendeliyê” de hat desteserkirin.
Serokê şaredariya navçeya Manavgatê ya Antalyayê ku di destê CHPyê de ye Niyazî Nefî Kaya di operasyona “gendeliyê” de hat desteserkirin.
Di heman operasyonê de biryara desteserkirina 35 kesan hatiye dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê îro li hemberî Şaredariya Manavgatê operasyoneke “gendeliyê” da destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê de Serokê Şaredariya Manavgatê Niyazî Nefî Kaya hat desteserkirin.
Li gorî agahiyan alîkarên Serokê Şaredariyê û hinek kesên din jî di vê operasyonê de hatine destesekirin.
Her wiha di lêpirsînê de bi giştî biryara desteserkirina 35 kesan hatiye dayîn.
“Qenciya herî mezin jî ji bo dizên rast dikin”
Serokê CHPyê Ozgûr Ozel di daxuyaniyeke xwe de bertek nîşanî vê operasyonê da û got:
“Em dê binêrin ka dê li Manavgatê çi bibe. Dema rewş bi vî rengî be, ew xirabiya herî mezin li dadê û vî welatî dikin û qenciya herî mezin jî ji bo dizên rast dikin.
Diz û gendelkaran di navberê de xwe xilas dikin û diçin.”
Di demên dawî de “operasyonên gendeliyê” yên ku li ser şaredariyên Partiya Gel a Komarî (CHP) tên kirin bûne yek ji rojevên sereke yên siyaseta Tirkiyeyê.
Bi taybetî jî li ser Şaredariyên Stenbol û Îzmîrê û navçeyên wan û herî dawî jî Şaredariya Manavgatê bi tohmetên wekî “wergirtina bertîlê”, “fesadiya di îhaleyan de” û “bêusûlî”yê operasyon tên kirin.
CHP van operasyonan wekî “hewldanên siyasî” bi nav dike û dibêje ku desthilat dixwaze bi van pêngavan partiya wan reş bike û “gendeliyên di nava xwe de” veşêre.
Lê li aliyê din, hikûmet û Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê van operasyonan wekî beşeke ji “têkoşîna li dijî gendeliyê” pênase dikin û dibêjin ku ev pêngav bêyî cudahiya partiyan, li gorî yasayan tên avêtin.
Ev mijar wekî xaleke girîng a nakokiyên di navbera desthilat û mixalefetê de berdewam dike.