Polîtîk

Serokê Parêzgeha Êlihê ya AK Partiyê îstifa kir

Serokê Parêzgeha Êlihê yê AK Partiyê Mehmet Akîf Gur jî îstifa kir. Gur bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî îstifaya xwe ragihand.

Gur di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ji damezrandina AK Partiyê heta niha di astên cuda de kar kiriye û herî dawî jî ji Kanûna 2018an vir ve Serokatiya Bajêra Êlihê kiriye.

Di nava AK Partiyê de û piranî jî li bajarên Kurdistanê de guhertin çêdibin, gelek berpirsên vê partiyê li ser daxwaza nawenda AK Partiyê ji dev kar berdidin.

Mehmet Akîf Gur di beşek daxûyaniya xwe de dibêje: Me hewl da ku pirsgirêkên welatê xwe bi dilnizmî çareser bikin, bêyî ku em xwe nîşan bidin û nehêlin ku ew bibe qurbana kampanyayek reklamê. Tevî ku me di hilbijartinên dawî yên Hikûmeta Herêmî de li ser bingeheke navçeyî serkeftin bi dest xist jî, lê em rastî encameke neçaverêkirî li navenda parêzgeha xwe hatin. Me peyama hilbijêrên me yên ku neçûn ser sindoqan li gel encamên hilbijartinê qebûl kir û kir taca serê xwe. Ji bo ku pêvajoya dahatû bi awayekî xweştir bimeşe, min weke leşkerekî doza xwe û partiya me, min daxwaza lêborîna xwe ji erkê serokatiya parêzgehê kir ku min bi rûmet girtibû.

Back to top button