Serokê PAKê pîrozbahiya PDKê dike
Birêz Serok Mesûd Barzanî
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK)
Em 74emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz DikinSerokö Pa
16yê Tebaxa 2020an 74emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partî Demokrat a
Kurdistanê) ye.
Damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ya di 16yê Tebaxa 1946an
de, di meşa azadîya Kurdistanê de merhaleyeke nû bû ku berdewamîya têkoşîna
azadîya Kurdistanê ya nêzîkî 150 salî bû.
Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî,
berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe , bêyî westan ,bi sebir, bi
hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.
PDK(Partîya Demokrat a Kurdistanê) , hîmekî esasî yê têkoşîna azadîya Kurdistanê
ye.
PDK, berdewamîya têkoşîna Babanan, Mîr Mihemed, Bedirxanîyan, Şêx Ûbeydulah
e.
PDK, berdewamîya têkoşîna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx
Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko
Axayê Şikakî ye.
PDK, berdewamîya têkoşîna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ye.
PDK, xwedî û nûnerekî bingehîn ê ked, û xebat û bedel û şehadeta bi sedhezaran
Kurdistanîyan e.
PDK, aktorê esasî yê damezrandina Peymana Otonomîya 1970yî ye.
PDK, hîmekî esasî yê damezrandina Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê ye.
PDK, di rêxweşkirin û xwedîlêderkirina îradeya %93yê ‘Belê’ ya Referandûma
Serxwebûna Başûrê Kurdistanê de aktorekî esasî ye.
PDK, hîmeke esasîye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û
bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî ye.
PDK, hurmetkar û bar hilgirekî esasî yê wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî
Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.
Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên
Kurdistanê jî di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke
dîrokî lihîstîye.
Em jî wek PAK xwe berdewamîya wê doza Şêx Seîd , Seyîd Riza, Xalid Begê Cibrî,
Pêşewa Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin.
Em di wê bawerîyê de ne , jibo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa
Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo
ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê
PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze.
Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê
Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma
Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî
berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.
Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî ez li ser navê xwe û li ser navê hemû
rêvebir û endamên PAKê, 74 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikim.
Ez di 74emîn salvegera damzrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa
Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.
Serokê Birêz , bi minasebeta 74emîn salvegera damezrandina PDKyê, ez serkeftinê
ji cenabê we yê ku pêşmerge, serfermandar, endezyar, têkoşer û rêberê doza
azadîya Kurdistanê ye re dixwazim. Serkeftinê ji hemû pêşmergeyên qehreman re û
ji hemû rêvebir û endam û alîgirên PDKyê re dixwazim.
Li gel rêzên xwe.
15.08.2020
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê