CîhanRojev

Serokê Ozbekistanê heta sala 2040 li ser erk dimîne

 

Di referandûma ku doh li Ozbekistanê ji bo guhertina destûra bingehîn hat kirin de, rêjeya dengan ji sedî 84,54 bû. Ji bo “Hûn Qanûna Destûra Bingehîn a Ozbekistanê qebûl dikin?” ji sedî 90,21ê hilbijêran bersiva “Erê” û ji sedî 9,35 jî bersiva “Na” dan. Hilbijêran bi vî awayî guhertinên makzagonê yên ku destûr dide ku Serokkomar Şevket Mîrziyoyev heta sala 2040-an li ser erkê xwe bimîne, bi piranî kat qebûlkirin.

Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Ozbekistanê ragihand ku di referandûma 30ê Nîsanê de ji sedî 90ê dengdêran reform pejirandin û rêjeya beşdarbûnê jî ji sedî 85 bû, rêxistinên mafên mirovan encamên reformê nirxandin û gotin ku rêbazên otorîter yên hikûmetê rê li ber qada çalakîyên muxalefetê teng dike. 

Di nav guhertinên makzagona qebûlkirî de dema wezîfeya serokê dewletê ji 5 salan bo 7 salan hat dirêjkirin. Di vê rewşê de, ji ber ku ew dikare 3 dewran bibe serokê dewletê, Mîrziyoyev wê heta sala 2040 li ser postê xwe bimîne.

 

Back to top button