Serokê Ofîsa Serokomariya Îranê Îsmaîlî derbarê bûyera ketina helîkoptera Reîsî de axivî.
Serokê Ofîsa Serokomariya Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî, di derbarê ketina helikoptera serokkomarê Îranê Reîsî de daxûyaniyek da û got: Dema qezayê rewşa hewayê baş bû.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî rojek berê beşdarî merasima vekirina bendavê ya li ser sînorê Îran û Azerbaycanê bû û di dema vegerê de ji ber ketina helîkopterê jiyana xwe ji dest da.
Serokê Ofîsa Serokomariya Îranê Gulam Husên Îsmaîlî ji kanala fermî ya Îranê IRIB re daxuyaniyek da.
Îsmaîlî diyar kir ku ew di yek ji 3 helîkopterên ku rayedarên Îranê tê de bûn de bû, Serokomar û şanda pê re bi helîkoptereke din de bûn.
Îsmaîlî diyar kir ku di destpêka seferê de hewa zelal bû û ji binê bendavê ber bi Tebrîzê ve diçûn.
Îsmaîlî diyar kir ku li herêma li kêleka Kana Sifir a Songonê bi qasî nîv saetê geriyan û li geliyê li kêleka rêyê ewr çêbûn.
Îsmaîlî got ku li gelî mij hebû lê hewa pir zelal e û wiha got: “Li cihekî biçûk ê vê nuqteyê ewr hebûn, lê di warê bilindahiya firînê da em bi van ewran va di heman astê da bûn. .”
Îsmaîlî diyar kir ku fermandarê firqeya helîkopteran û pîlotê helîkoptera Serfermandar Mistefavî ferman daye helîkopterên din jî bilind bibin û bi ser ewran re biçin.
“Helîkopter li ser ewran çûn. Helîkoptera me ya jimare 3 bû. Helîkoptera li naverastê Serokatî hilgirtibû. Li pêş helîkoptereke din hebû. Piştî 30 saniyeyan pîlotê me pê hesiya ku helîkoptera sereke (ku Reîsî lê bû) bi me re nîne. Şert û mercên tam normal û asayî bûn û rewşek dijwar tunebû. Tewra hin seferên balafiran jî vibrasyon hene, lê di vê rêyê de her tişt normal bû û ewr di cih de winda bûn. “Piştre, em li esmanek zelal û bê ewr li binê me bûn, me dikaribû xêzika (çiyayan) di bin lingên xwe de bibînin, û li nêzîkê Kana Sifir a Songun bû.”
Îsmaîlî diyar kir ku pîlotê helîkoptera ku tê de bû ji bo lêgerîna helîkoptera ku Serokomar tê de bû vegeriya û wiha got: “Min ji hevpîlot pirsî ‘Çima vedigerî?’ “Em texmîn dikin ku yek ji helîkopteran negihîştiye û bi awayekî lezgîn dakeve ji ber ku em çiqasî bang dikin jî, pêwendiya me ya radyoyê qut dibe û tu bersiv nayê.” “Pîlot got 1 deqîqe û 30 saniye berê pêwendiya me ya radyoyê hebû.”
Îsmaîlî diyar kir ku li cihê ku helîkopter vegeriyaye li herêmê geriyan, lê ji ber ewran baş nedîtine û got, “Ne pêkan bû ku bikevin bin ewran. “Piştî çend doran, em li nêzî kana Songon daketin.”
Îsmaîlî destnîşan kir ku wî bi Îmamê Înê yê Tebrîzê Mihemed Elî Haşim ê ku bi serokê wî re di heman helîkopterê de bû re têkilî danî û jê pirsî ku ew li ku ne û wiha dewam kir:
“Wî got ku ew li binê daran bû. Dema min pirsî hevalên din baş in, min bersiv girt: “Ez kesî nabînim û ez bi tenê me, ez fêm nakim çi diqewime, kes li dora min tune.” Wî da zanîn ku ew li herêmeke daristanî hatiye dîtin. Di cih de hat fêhmkirin ku helîkoptera Serokatî qeza kiriye û ji bo di zûtirîn demê de bigihêjin cihê ketina balafirê û dest bi xebatên rizgarkirinê bikin, me çalakî li dar xist. Di kana sifirê de erebeyên guncav, ekîbên tenduristiyê û ambûlansên pêwîst hebûn. “Me personelên tenduristiyê bi xwe re birin û çûn herêma ku me texmîn kir qeza lê qewimî.”
Îsmaîlî, da zanîn ku bi Haşim re 3-4 caran axiviye û wiha got: “Heta 3-4 saetên piştî qezayê gelek caran hevalên me bi Haşim re têkilî danîbûn. Birêz Elî Haşim bersiva telefonan da, lê ji bersivên wî derket holê ku rewşa wî nebaş e û ew tenê sax bû.”
Îsmaîlî, da zanîn ku piştre hîn bûne ku rêwiyên din ên di helîkopterê de “di cih de mirine” û wiha got, “Rewşa cenazeyan nîşan da ku piştî qezayê yekser şehîd bûne.”