Civak

Serokê li gel partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê civiya

Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li gel hejmarek partî û aliyê siyasiyên Herêma Kurdistanê civiya.

Li destpêka vê kombûnê da Serok Barzanî behsa pêwendiyên di navbera Herêm û Bexdayê kir û amadevanan ji pêşketinên nû yê qeyrana siyasiya Iraqê agahdar kir û peymana di navbera Hewlêr û Bexda jî bi destpêkekî ji bo çareserkirina kêşeyan zanî, bi wê mercê ku bikevê warê bi cîhkirinê. Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser pêvajoya aştiya li Tirkiyê û bi derfetekî baş zanî bo ku doza rewaya Kurd li Tirkiye berev pêşve biçê û hêvî jî xwest her du alî bi hurî û berpirsiyaretiyê ve muamele li gel pêvajoya aştiya li Tirkiyê bikin û hewla serxistina wê bidin.

Paşê birêz Serokê Herêma Kurdistanê pêvajoya Suriye ji bo amadevanan şîrovekir û daxwaz jî ji aliyê siyasiyên Kurdiyên Suriye kir ku bi birayetî û hevdû têgihîştin û hevkariyê kar ji bo mîsogerkirina mafên gelê Kurd bikin.

Pêvajoya navxweyiya Herêm û pirsa destûr û hilbijartinên Herêma Kurdistanê mijareke dinê axaftina Serok Barzanî bûn û di derbarê meseleya projeya destûra Herêmê jî Serok Barzanî tekez li ser pêwîstiya hebûna destûra Herêma Kurdistanê kir bo ku pirek bê ji bo bi hêztirbûna pêvajoya siyasî û dam û dezgehên îdarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê. Her li ser babeta destûrê ve birêz Ednan Muftî Serokê berê yê Parlemena Kurdistanê û Endamê Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê bi dûr û dirêjî qonax û naveroka amadekirina reşnivîs û pêvajoya dengdanê û temamkirina qonaxê yasayiyên derbaskirina pêvajoya destûr li xula berê ya Parlemenê ji bo civînê şîrovekir.

Paşê dergehên guftûgoyê di derbarê pirsên siyasî ji bo amadevanan hate vekirin û hemû beşdarvan gelek bi eşkere li ser babetan nêrîna xwe anîn ziman û tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîste aliyê siyasiyan ji vê hewaya qeyraniya li navçeyê da heye pêwîste li beranber êrîşan da yek helwest bin û palpiştiya xwe jî ji bo pêvajoya aştiya li Tirkiyê dûpat kir. Aliyê beşdarvan li ser ewe hevrebûn ku giriftên siyasiyê navxweyiyên Herêmê pêwîste bi ruhekî hest bi berpirsiyarî bêne çareser kirin û divê li hemû wêstgehên çarenûssazan da rêz li îradeya gel bê girtin.

Hêjayî gotinêye ku ev partî û aliyê siyasiyên beşdarî vê civînê bibûn li jêrin:

Tevgera Îslamiya li Kurdistanê

Partiya Şu’î(Komunist)a Kurdistanê

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê

Tevgera Demokratiya Turkmen

Tevgera Çaksaziya(Reform) Turkmen

Lîsta Turkmeniya Hewlêr

Encûmena Mîllî Kildanî û Suryanî û Aşurî

Tevgera Demokratî Aşurî

Lîsta Ermen li Parlemen

Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Partiya Demokrata Kurdistanê

Back to top button